Li Wanê ji ber berfê rêyên gundan hatin girtin

Li alîyê navçeya Elbaka Wanê di seatên serê sibehê de bi tevî baranê barîna berfê dest pê kir û ji ber vê yekê rê ji çûndin û hatine re hatin girtin.

Di seatên serê sibehê de li navçeya Elbaka Wanê barîna berfê dest pê kir.

Gelek wesayît di derbasbûna Guzeldereya Elbakê de, ji ber barîna berfê zehmetîyê kişandin.

Ji wesayîtên ku zehmetîyê kişandin hinekên wan bi talûkeya gêrbûnê re rûbirû man.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên rê hatin sewqkirin û ji teref şofêrên wesayîtan ve hat îddîakirin ku heta niha midexeleyek nehatîye kirin û ji telefonên wan re jî bersiv nayê dayîn. Şofêrên wesayîtan jî ji vê meseleyê re bertekê nîşan dan.

Şofêran îfade kirin ku ji ber rêyên ku hatine girtin ew di rê de asê mane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno