Li Wanê mînîbûsek û wesayîtek li hev qelibîn: 5 birîndar

Li navçeya Bêgirî ya Wanê di qezaya ku mînîbûsek û wesayîtek li hev qelibîn de 5 kes birîndar bûn.

Qeza, li taxa Unseli ya navçeya Bêgirîyê qewimî.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, mînîbusa bi plakaya 34 LU 7752 û wesayîta bi plakaya 34 VK 5989 ji ber sedemek nediyar li hev ketine.

Di qezaya tirsnak de, şofêrê mînîbusê K.I. û rêwîyên di wesayîtê de, V.T., Ö.T., Y.T., û M.S., birîndar bûn.

Li sereberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Ekîbên cendirmeyan rê li cihê bûyerê girtin û ekîbên îtfaîyeyê jî birîndaran ji wesayîtê derxistin û teslîmê ekîbên tenduristiyê kirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin, û derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne