Li Wanê otobusa rêwîyan qeza kir: 2 mirî 22 birîndar

Di encama qezaya ku li Wanê pêk hat de 2 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 22 rêwî jî birîndar bûn.

Qeza derdora seat 05.00an de li ser 70emîn kîlometreya Rêbeja Wan-Ercîşê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a bi plaqeya 34 YK 9983  li herêma Tasmaliyê gindirî şarampolê.

Piştî ku xebera qezayê hat dayîn re gelek yekîneyên tenduristî, îtfaîye, AFAD û cendirmeyan sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Di encama qezayê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 22 kes birîndar bûn, kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.

Sedema qezayê hêj nayê zanîn û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe