Li Wanê qamyon û mînîbûs li hev qelibîn: 13 birîndar

Li navçeya Elbak a Wanê qamyon û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 13 kes birîndar bûn.

Qeza, li alîyê Karasu ya navçeya Elbakê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku di bin îdareya S.D.yê de bû û qamyona bi plaqeya 42 FCT 60 li hev qelibîn. Bi tesîra qezayê mînîbûs qulipî.

Li ser xeberdyaîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî, cenderme, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 13 kes birîndar bûn ku yek ji wan jî pitikek yek mehî ye. Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat desptêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokkomar Erdogan re hat cem hev
4 kesi birin biyê
Li eraziyên bêdawî yên navçeya Serêkaniyê bereketa dewaran
DEM Partî wergeriya xeteke ku bi nirxên gelê kurd re di pevçûnê de ye
Em bihayê xercê yê ku mafê me ye dixwazin