Li Wanê qezaya xofnak: 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn

Di qezaya trafîkê ya ku li navçeya Bazîdaxa Wanê ji ber lihevketina du otomobîlan pêk hat de, 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li navçeya Bazîdaxa (Çaldiranê) li nêzikî dorebêra (rêveqetiyeka) Rêya Qelqelîyê (Özalp), ji ber lihevketina du otomobîlan pêk hat.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduriştiyê, jandarma û îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê bûn.

Tîman, ji bo rizgarkirina welatiyên ku di nav wesayîtan de asê mabûn xebat meşandin û li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin.

Di lêkolînên yekem de hat tespîtkirin ku ji 6 kesên di nav wesayîtan de 4 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

2 kesên birîndar jî bi ambulansan hatin rakirin nexweşxaneyê û hatin girtin bin dermankirinê. Hat hînbûn ku rewşa tenduriştiyê ya birîndaran tê şopandin.

Di dema ku ji aliyê tîmên jandarmayê ve derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin, hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê sedema teqez a bûyerê de berdewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 kesî birindar biyî
Li Sêrtê bavê 4 zarokan ku li binê tehtê de ma, jiyana xwe ji dest da
3 kes ku 2 ji wan zarok in birîndar bûn
Karwanê Umûdê ya Rihayê di meha tîrmehê de gihîşt bi sedan malbatên hewcedar
Ji Walîtîya Batmanê derbarê êrîşa ku 3 kes tê de hatin kuştin daxuyanî