Li Wanê zarokekî 5 salî ji ber êrîşa kûçikên bêxwedî canê xwe ji dest da

Li navçeya Mehmûdî ya Wanê, zarokekî 5 salî ji ber êrîşa kûçikên beredayî canê xwe ji dest da û pismamê wî yê 9 salî jî birîndar bû.

Bûyer, li taxa Kazim Paşa ya navçeya Mehmûdîyê qewimî.

Li gorî agahiyan, du pismamên hev ên 5 û 9 salî dema ku li hewşa xwe dilîstin rastî êrîşa kûçikên beredayî hatin.

Piştî xeberdayînê, ji herêmê re gelek ekîbên tenuristî, polês û cendermeyê hatin sewqkirin.

Bi destwerdana kesên derdorê kûçik hatin dûrxistin, lê H.O. yê 5 salî ku bi giranî birîndar bûbû, digel midexeleyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmûdîyê canê xwe ji dest da.

A.O. yê 9 salî jî bi birîndarî ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê re hat rakirin.

Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ya nê mehelleyi rê qaza tebiî bıdê ya zi faturayan ra tarîfeyê qat-qatî darenê we
Divê Tirkîye pêşengiyê bike
Bang li bexşvanan hat kirin
7 qeyikên ji Fîloya Sumudê hatin desteserkirin
7 jê zarok 11 kes birîndar bûn