Li Wêranşara Rihayê qezaya zincîre: 2 mirî

Li navçeya Wêranşara Rihayê, di qezayeke zincîre ya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Qeza li ser rêbeja Wêranşar û Rihayê, li nêzî Pira Çemê Curcupê pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, 2 tîr û otomobîleke ku navên şofêr û plakayên wan hîn nehatine diyarkirin, ji ber windakirina kontrola dîreksiyonê li hev qelibîn.

Di qezayê de M. A. E. û O. A. yên ku hat diyarkirin xebatkarên şaredariyê ne, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên tenduristî, cendirme û agahvemirandinê sewqî herêmê hatin kirin.

Piştî lêkolînên li cihê bûyerê, termên kesên ku mirine ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.

Piştî ku wesayîtên tevlî qezayê bûne ji ser rê hatin rakirin, trafîk bi awayekî kontrolkirî dîsa vebû û têkildarî bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno