Li Xabûrê 3 meymûnên maqaq hatin girtin

Li Şirnexê li Deriyê Sînor ê Xabûrê di lêgerîna wesayîtekê de 3 meymûnên maqaq hatin bidestxistin.

Ekîbên Îdareya Gumrikê ya Deriyê Sînor ê Xabûrê 3 meymûnên maqaq (macaca silenus) ji kesekî ku ji Kurdistana Başûr derbasî Tirkiyeyê bû, girtin. Der barê kesê gumanbar de tedbîrên hiqûqî hatin destpêkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî piştî tedawiya ewil a li navenda rehabîlîtasyonê meymûnên maqaq birin û şandin Baxçexaneya Gazîentabê. Gumanbar di demek kurt de li gorî Qanûna Nêçîra Erdê 41 hezar 817 TL cezayê îdarî birî.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno