Li Xarpêtê 256 kenewîra kok û 23 kîlo û 680 gram esrar hat bidestxistin

Li Xarpêtê di operasyoneke narkotîkê de, hezar û 256 kenewîra kok û 23 kîlogram û 680 gram esrara hişkkirî hatin desteserkirin û 3 şikdar hatin girtin.

Di çarçoveya hewldanên ku Fermandariya Cendermeyan a Bajarê bi hevkariya Dozgeriya Komarê ji bo pêşîgirtina li çêkirin û bazirganiya madeyên hişber dike de, li gundê Oymaağaç ê navçeya Navendî operasyonek hat lidarxistin.

Di operasyonê de hezar û 256 kenewîra kok, 23 kîlogram û 680 gram esrara hişkkirî, 50 gram esrara tozkirî û 43 fîşekên tabancayê yên 9x19 milîmetreyî hatin desteserkirin.

Du şikdarên ku dema ji cihê bûyerê direviyan hatin girtin, digel du şikdarên din ên ku tê bawerkirin bi bûyerê ve girêdayî ne û li Dîyarbekirê ne, bi hewldanek hevrêz a Fermandariyên Cendermeyan ên Xarpêt û Dîyarbekirê hatin girtin û hatin binçavkirin.

Ji çar şikdarên ku piştî karûbarên qanûnî anîne dadgehê, sê ji wan ji aliyê dadwer ve hatine girtin, yek jî bi çavdêriya dadwerî hatiye berdan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê ji bo êtîm û mihtacan kermesek ew ê were lidarxistin
Di axavtinên silavdayînê ya li Hevdîtina Aliman de peyamên girîng – Beşa 1
11emîn Hevdîtina Alimanan li Dîyarbekirê dest pê kir
Li Refahîyeya Erzînganê di mezinahîya 3,6an de erdhej
Li Geverê pirsgirêk û daxwazên xelkê gohdar kir