Li Xarpêtê di depoya lastîkan de şewat derket

Li Xarpêtê di depoyeke lastîkên ku nayên bikaranîn de şewat derket.

Şewat doh êvarî derdora seat 18.00an de li Taxa Dogukentê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di depoyeke lastîkên ku nedihatin bikaranîn de şewat derket. Di depoya ku tê de nêzî 40 ton lastîk hebûn de hema ji derbkê ve şewat mezin û geş bû.

Yekîneyên îtfayê nêzî seatekî mudaxeleyî êgir kirin û tefandin.

Dûyê êgir ji gelej deverên bajêr hat dîtin.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe