“Li Xazzê şert û mercên jiyanê gihaştin asta felaketê”

Li Xazzeya ku di bin dorpêça siyonîstên îşxalkeran de ye nêzî 2 milyon Filîstînî di nav şert û mercên giran de hewil didin bijîn.

Komîteya Şikandina Ambargoyê û Ji Nû Ve Îmakirinê ragihand 2 milyon însanên ku li Xazzê di bin dorpêça siyonîstên îşxalker de dijîn muxtacî alîkarîyê ne û banga alîkarîyê li civaka navneteweyî kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ji sedî 80yê xelkê muxtacî alîkarîya bi lez in û her ku diçe şert û mercên jiyanê girantir û dijwartir dibin ku ev yek jî ber bi felakat û bobelatê ve diçe.

Her wisa di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de ji teref Komîteyê ve ji sazîyên alîkarî û mafên însanan re banga alîkarîya xelkê Xazzê hat kirin  û hat daxwazkirin bo neqlê nexweşan û alîkarîyan demildest Derîyê Sînor a Refahê bê vekirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe