Li Xazzeyê şewb dest pê kir

Wezareta Tenduristîyê yê Xazzeyê destnîşan kir di rojekê de bi 3 hezar û 150 kesan re nexweşîyên şewbê hat dîtin.

Li Xazzeya ku di bin dorpêç û zilma rejîma teror û îşxalê de ye nexweşîyên şewbê her ku diçin belaw dibin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Xazzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di rojekê de bi 3 hezar û 150 kesan re nexweşîyên şewbê hat dîtin ku exlebeyê van kesan zarok in.

Wezaretê di berdewama daxuyanîyê de ragihand bi gelek kesan re nexweşîyên mîna amelîbûn,sorik, nexweşîyên çerm û hwd. hat tespîtkirin.

Hat diyarkirin ger pêşîya vê yekê neyê girtin dibe ku ev yek bibe sedema felaketeke mezin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno