Li Xezzeya ku dinya jê re kor bûye hejmarê şehîdan derket 12 hezar û 500 kesan

Rejîma îşxalker û terorîst ji 7ê Cotmehê vir ve ev bû 44 roj e li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama qetlîama terorîstan de hejmarê şehîdan derket 12 hezar û 500 kesan.

Di êrîşên ku heta niha hatin kirin de zêdetirî 30 hezar Filistînî birîndar bûn ku ji sedî 75ê van zarok û pîrek in.

Rejîma îşxalker, li ber çavê dinyaya ku xwe li korîtîuê dixe 44 roj e qirqirin û komkujîyê dike, sûca herbê li dar dixe.

Sîyonîstên îşxalker yên ku camî, nexweşxane, dibistan, dêr, xanî, cedde, kolan, bazar û cîhên sîvîlan hedef digre, bombeya fosforê yê ku di navneteweyî de qedexe ye bi kar tîne.

Îxbar tên kirin ku 3 hezar û 750 kes hêj di bin enqazan de ne û nehatine derxistin.

Li gorî agahîyên dawî heta niha 95 avahîyên hikûmetê, 255 mekteb û 165 camî hatin hedefgirtin .

Di êrîşên ku hatin kirin de sektora tenduristîyê jî zirareke mezin dît. Hat hînbûn di êrîan de 25 nexweşxane û 52 navendên sihhetê ji ber êrîşan zirar dîtin û nikarin xizmetê bidin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn