Li Xezzeyê 10 hezar kon ji ber baranê zerarê dîtin û di bin avê de man

Li Xezzeyê hat îfadekirin ku 10 hezaran konên ku mirovên ji cîhê xwe bûne di nav de dijîn, ji ber şilîyê di bin avê de man û zerarê dîtin.

Ofîsa Medyaya hikumetê di daxuyanîya ku parve kir de îfade kir ku 10 hezar konên ku mirovên ji cîhê xwe bûne di nav de dimînin, çend roj berê ji ber hewaya xerab zerarê dîtin û bi pêlên avê xera bûn.

Ofîs, bang li sazîyên civakî û neteweyî kir ku bila alîkarîyên însanî bikin, li Xezzeyê bi sedhezaran mirov jî hatine ber felaketê.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku artêşa îşxalê, nehiştîye ku bila 250 hezar kon û karavan bikevin nav Xezzeyê.

Hat îfadekirin ku ji konan ji sedî 81ê wan xera bûne û bikarnaynê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin