Li Xezzeyê 10 hezar pîrek û 15 hezar zarok hatin qetilkirin

Di encama êrîşên rejîma îşxalker de li Xezzeyê pîrek û zarok jî di nav de gelek Fîlîstînî şehîd bûn, ji van şehîdan jî ji sedî 71ê wan pîrek û zarok in.

Ofîsa Medyaya Hikumeta Xezzeyê, bîlançoya êrîşên rejîma îşxalker ku ev bû 230 roj e êrîşan li dar dixe daxuyand.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji 7ê Cotmehê sala 2023yan vir ve rejîma îşxalker 3 hezar û 191 qetlîaman li dar xistine, di encama wan êrîşan de 15 hezar û 239 zarok û 10 hezar û 93 pîrek hatin şehîdkirin.

Bal hat kişandin ku herî kêm 10 hezar mirov hêj di bin kavilan da ne, 35 hezar û 800 kes şehîd bûne, 80 hezar û 200 kes jî birîndar bûne.

Hat îfadekirin ku di nav 7 mezelên komî yên ku di baxçeyên nexweşxaneyan de hatibûn definkirin de jî 520 cenazeya Fîlîstînî hatin derxistin, di êrîşan de 493 endamên tenduristîyê, 69 wezîfedarên parastina sîvîl û 147 rojnameger hatine şehîdkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin