Li Xezzeyê 150 hezar pîrekên bi hemle di bin tehdîdê de ne

UNRWA, bal kişand ku li Xezzeyê 150.000 pîrekên ducanî, bi şert û mercên xerab yê tenduristîyê re rûbirû ne.

UNRWA di daxuyanîya xwe de weha got, “Divê di dinyayê de tu zarokek bi vê şeklê êş û janan nekşîne. Êdî hewceya me ji agirbestê re heye.”

Di daxuyanîyê de bi taybetî bal li ser Refaha ku 1,4 milyon însan dijî hat kişandin, hat destnîşankirin ku ji 150 hezarî zêdetir pîrekên ducanî bi şert û mercên xerab re rûbirû ne.

UNRWA, “Dinya bi çavê xwe dibîne ku bi milyonan însan ji Refahê têne mecbûrhiştin ku koçê Xan Yûnisê dikin.”

Di daxuyanîya ku ji teref UNICEFê ve hatibû belavkirin de hatibû destnîşankirin ku ji sedî 95ê pîrekên ducanî û yên ku bebikên wan hene bi xelayeke ciddî re rûbirûne.

Fona Nifûsa Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku ew ji bona ku 62 pakêtên alîkarîyê ji Derîyê Sînora Refahê bê xistin nav hindir li bêvîya îzîndayînê ne.

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê jî ji ber pirsgirêka sotemenîyê hişyarî dabû û gotibû dibe ku sîstema tenduristîyê hilweşe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê