Li Xezzeyê 2 rojnamegerên dinê jî şehîd bûn

Di encama bombebarandina balafirên rejîma îşxalkeran a li Xezzeya ku dorpêçkirîye hat lidarxistin de 2 rojnamegerên pîrek ên dinê jî şehîd bûn.

Li Kampa Miltecîyan a el-Berîcê û herêma Beyt Lahîyayê mala rojnamegerên pîrek Ala Tahir el-Hasanat û Ayat Haddura hatin hedefgirtin di encama êrîşê de her du rojnameger jî şehîd bûn.

Rojnameger Hadurra, di weşana zindî de ji televîzyona Alghadê ku jê re dixebite re, îfade dikir ku rejîma îşxalker li Xezzeyê fosfora spî û termobarîkê bikar tîne.

Hadurra di dema weşanê de di nav rondikên çavên xwe de weha digot, “Însanan wek dînan di rê de ne, nizanên ku biçin li ku derê. Em jî di nav mala xwe de bûn du parçe. Hinekên me derketin, tabî em nizanin ku kê çûye li ku derê. Rewş gelek zor û zehmet e. Ya Rebbî, ti li me were rehmê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno