Li Xezzeyê 25 hezar birîndar divê bêne tehlîyekirin

Doxtorên navneteweyî û Filistînê, bang kirin ku 25 hezar birîndar ji bona ku bêne tedawîkirin divê ji Xezzeyê bêne derxistin.

Doxtorên navneteweyî û Filistînê yên ku di Nexweşxaneya Augusta Victoriaya li Qudsê de ye hatin cem hev, daxuyanîyeke hevpar dan, di daxuyanîyên xwe de îfade kirin ku 25 hezar birîndarên li Xezzeyê, divê bi qorîdorên însanî ya dualî bêne tehlîyekirin.

Doxtoran, îfade kirin ku van dawxazîyan ji ber ku qirkirina li Xezzeyê zêde bûne û piranîya nexweşxaneyan nikarin xizmetê bidin hatine xwestin.

Di berdewama axavtina doxtoran de ew îfade kirin ku ji ber ku rewşa 25 hezaran ciddî ye lazimatîya wan ji alîkarîya tibbî re heye.

Ji ber vê yekê Dîrektorê Îcraya Doxtorên Mesulê Mafên Însanî Guy Shalev, banga desteka navneteweyî kir û weha got: “Êş û jana li Xezzeyê em nikarin piştgoh bikin. Ji nû ve vekirina qorîdora însanî, çareya tenê ye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno