Li Xezzeyê 74 hezar û 243 şehîd

Îşxalkerên sîyonîst digel agirbestê jî êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomînin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê derbarê rewşa dawî ya li Xezzeyê de, ku îşxalkerên sîyonîst digel peymana agirbestê jî sivîlan hedef digirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve ku agirbesta di navbera rejîma sîyonîst û Hamasê de dest pê kir, hejmara şehîdan gihîştiye 1460, hejmara cenazeyên şehîdan ên ji bin xirbeyan hatine derxistin gihîştiye 836 û hejmara birîndaran jî gihîştiye 5116 kesan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve li Xezzeyê hatine kirin de hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 243 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 232 kesan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Înfeksyonên rêyên bêhnstendinê li ber derî ne
Batmana ke yewê 17 serri şîyo awe, merdo
Zarokê 10 salî jiyana xwe ji dest da
Balafirgeha Rihayê ji seferan re ji nû ve hat vekirin
11emîn Hevdîtina Alimanan ew ê li Dîyarbekirê were lidarxistin