Li Xezzeyê 92 şehîd: Rejima sîyonîst sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê ne qetil dike

Rejima îşxalker li Xezzeyê herba xwe ya qirkirina didomîne. Di roja 95emîn de, herî kêm 95 Filistînîyên ku di nav wan de yên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî hene hatin şehîdkirin.

Di herba ku rejima îşxalker li Xezzeyê daye destpêkirin de rûpelekî reş ê nû hat vekirin.

Di nav 24 seatên dawîn de herî kêm 92 Filistînî şehîd bûn, bi dehan jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku ji şehîdan 23 kesên wan li hêvîya alîkarîyêbûne û ji teref îşxalkeran ve hatin kuştin.

Bi taybetî êrîş derdorê Qorîdora Netzarîmê mirovên ku li hêvîya alîkarîyê ne û herêmên Deyr el Belah û Cîbalîyeyê zêde bûne.

Li gorî çavkanîyên Nexweşxaneya El-Avdeyê di encama gulereşandina li ser sîvîlên ku li hêvîya Alîkarîyê bûne de 23 sîvîl şehîd bûne, gelek kes jî birîndar bûn. Li heman cîhê dîsa êrîşên ewakî çêbûbûn.

Hat îfadekirin ku di navbera şehîdan de pîrek û zarok jî hene, mirovên ku bûyerê dîtine îfade dikin ku cesedê sîvîlan bi seatan li erdê mane û nikaribûne ji erdê rakin.

Di dema êrîşa hewayî ya li rojhilata Deyr el-Belahê de jî 8 kes şehîd bûn, hinek giran gelek kes jî birîndar bûn.

Li rojhilata Cîbalîyeyê jî di navbera micahîdên Tûgayên Îzzeddîn El Qessam û sîyonîstên îşxalker de pevçûnên dijwar pêk hatine. Şervanên Qessam sê tankên merkawayê îmhe kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê