Li Xezzeyê di bin xanîyekî de 25 cenazeyê şehîdan hat derxistin

Cenazeyên 25 şehîdan, ku rojnamevanek jî di nav wan de bû, ji nav xirbeyên xaniyekî ku du sal berê di êrîşên artêşa îşxalker de li ser Xezzeyê wêran bûbû, hatin derxistin.

Rêveberiya Parastina Sivîl a li Xezzeyê diyar kir ku xebatên rizgarkirinê li kavilên xaniyekî li Xan Yûnisê, li başûrê Xezzeyê, didomin. Xanî ya malbata "El-Estal" a Filistînî bû û li herêma Es-Satr el-Gerbî ya Xan Yûnisê bû.

Hat ragihandin ku cenazeyên 25 şehîdan, ku rojnamevan Hîba el-Abadîle û diya wê jî di nav de ne, ji bin kavilan hatin derxistin.

Rêveberiya Parastina Sivîl ragihand ku li Xan Yûnisê xebatên kolandinê dest pê kirine da ku cenazeyên kesên winda yên di bin xirbeyên xaniyekî de asê mane, ku du sal berê hilweşiyaye, werin derxistin.

Hat ragihandin ku li Xezzeyê hêna jî cenazeyên bi hezaran şehîdan di bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî de ne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno