Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de neaşên 58 şehîdên din jî ji nexweşxaneyan re hatin anîtin û bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 50 hezar û 810 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji 18ê Adarê û vir ve ku dagirkeran agirbest binpê kir, hejmara şehîdan gihiştiye hezar û 449 kesan û hejmara birîndaran jî gihiştiye 3 hezar û 647 kesan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 58 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 50 hezar û 810 kes şehîd bûn û 115 hezar û 688 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)