Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 51 hezar û 201an

Di êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst de hejmarê şehîdan derket 51 hezar û 201 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 116 hezar û 826 kesan.

Artêşa îşxalê, hedefgirtina kon û wargehên sîvîlan didomîne.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên DErve yê li Xezzeyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê 51 hezar û 201 Filistînî şehîd bûne.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hejmarê birîndaran jî derket 116 hezar û 826 kesan.

Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa îşxalker a ji 18ê Adarê vir ve piştî ku agirbesta di 19ê Çileyê de li Xezzeyê hatibû îmzekirin şikand, hezar û 783 kes şehîd bûn û 4 hezar û 683 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno