Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 38 hezar û 794 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû 285 rojan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 4 qetlîamên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 81 kes hatin şehîdkirin, 198 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 38 hezar û 794an, hejmarê birîndaran jî derket 89 hezar û 364an.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

34 mirî, 5 hezar û 635 birîndar
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ziyaret kirin
Li Entelyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Weqfa Sêwîyan li Wanê alîkariya cil û bergan kir
Agirê ku li Êlihê di malekê de derketibû ji aliyê xelkê deverê ve hate vemirandin