Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 16 hezar û 248 kesan

Hejmarê şehîdên ku li Xezzeyê di encama êrîşa îşxalkeran de şehîd bûne derket 16 hezar û 248 kesan, hejmarê birîndaran jî 43 hezar û 616 kesan.

Ofîsa Medyaya hikûmetê a li Xezzeyê, derheqê êrîşên îşxalkeran a ku ji 7ê Cotmehê vir ve dest pê kiribûn de agahîyan da.

Li gorî ofîsê îşxalkeran piştî agirbestê heta niha 77 qetlîaman lidarxistîye û 1248 kesan şehîd kir û hêna jî bi sedan şehîd di bin kavilan de mane.

Ji 7ê Cotmehê vir ve 7 hezar û 112 jê zarok, 4 hezar û 885 jê pîrek tev de 16 hezar û 248 kes şehîd bûn, 43 hezar û 616 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku di nav şehîdan de 281 jê endamên tenduristîyê, 81 jê rojnameger, 32 jê jî ekîbên parastina sîvîlan in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin