Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 18 hezar û 205 kesan

Hejmarê şehîdên ku li Xezzeyê ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşan de hatine şehîdkirin derket 18 hezar û 205 kesan.

Rejîma îşxalker a sîyonîst, ev bû 66 roj e li dijî Xezzeyê êrîşan lidardixe, her roj ku diçe hejmarê şehîdan zêde dibe.

Berdevkê Wezareta Tenduristî yê Xezzeyê Eşref El Qudra, derheqê êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir ve hatine kirin de agahîyan da.

El Qudra di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku di nav 24 seatên dawîn de hejmarê şehîdên ku hatine şehîdkirin 208 kes, hejmarê birîndaran jî 416 kes in.

El Qudra diyar kir ku bi temamî hejmarê şehîdan derket 18 hezar û 205 kesan û hejmarê birîndaran jî derket 49 hezar û 645 kesan, “Em ji hemû welat û sazîyên tenduristîyê re bang dikin ku li Xezzeyê bi armanca destekdayîna ji sîstema tenduristîyê ku îsraîlê bi zanebûn wê hedefgirtîye û hilweşandîye re nexweşxaneyên sehrayê bila deynin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çeteyên îşxalê heta serê sibehê Refah bombe kir
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin