Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 49 hezar û 747an

Wezareta Tenduristîyê, diyar kir ku di êrîşên nav 48 seatên dawîn de 130 kes şehîd bûn, 263 kes jî birîndar bûn.

Wezaret îstatîstîkên hejmarê şehîd û birîndarên Xezzeyê ragihand.

Li gorî raporê di encama êrîşên rejima sîyonîst ku di nav 48 seatên dawîn de li darxistin de herî kêm cenazeyê 130 şehîd û 263 birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Wezareta Tenduristîyê, ji 18ê Adarê vir ve ku di wê rojê de agirbestê xera kir 634 kesan şehîd kir, 1.172 kesan jî birîndar kir.

Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di qirkirina li Xezzeyê de hejmarê şehîdan gihaşt 49 hezar û 747an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 113 hezar û 213 kesan.

Wezaret îfade kir hêna jî gelek şehîd di rê û binê kavilan de ne, ekîbên xelaskirinê jî nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno