Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 810an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 810an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 473 kesan.

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 810an

Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 23 şehîd û 124 birîndar hatin gihandin.

Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 2 hezar û 701 kes şehîd bûn, 7 hezar û 432 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.

Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.

Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri