Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 56an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 56an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 129 kesan.

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 56an

Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 79 şehîd û 163 birîndar hatin gihandin.

Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 3 hezar û 901 kes şehîd bûn, 11 hezar û 88 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.

Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.

Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Navên kesên ku di qezaya Sasonê de jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin
3 hezar donim erd bû xwelî
71 kes hatin qetilkirin
Li Edeneyê di mezinahîya 4,5an de erdhej
5 kesan jiyana xwe ji dest dan