Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 677an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 677an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 125 hezar û 530 kesan.

Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 70 şehîd û 189 birîndar hatin gihandin.

Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 4 hezar û 402 kes şehîd bûn, 13 hezar û 489 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.

Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.

Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin
Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li navçeya Ulukışla ya Nîxdeyê, di qezaya trafîkê de welatiyê me yê ji Çinarê bi giranî birîndar bû
Li Behra Reş ÎHAyek ku ji bin kontrolê derketibû hat xistin
Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne