Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 81 şehîd û 422 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 6 hezar û 89 kes şehîd bûn, 21 hezar û 13 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)