Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 31 şehîd û 197 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 10 hezar û 518 kes şehîd bûn, 44 hezar û 532 kes jî birîndar bûn.
Di nav 24 seatên dawîn de jî ji ber birçîbûnî û kêmxwarinê 3 kes şehîd bûne û bi tevî vêya li Xezzeyê tev de 266 kes ji birçîna û kêmxwarinê şehîd bûne, ji wan 112 kes zarok in.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)