Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 34 şehîd û 200birîndar hatin gihandin.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Şerîda Xezzeyê ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê 2 kesên din, wefat kirine. Hejmara kesên ku ji ber birçîbûne wefat kirine derketiye 442 kesan.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên parastina sivîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)