Artêşa îşxalê, êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne, di nav 24 seatên dawîn de 14 kesên dinê jî şehîd bû.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê ve hatîye belavkirin de tê diyarkirin ku di nav 24 saetên dawîn de 13 kesên dinê jî ji bin kavilan hatine derxistin, tev de dike 14 cenaze û 2 birîndar jî ji nexweşxaneyan re hatine şandin.
Hat îfadekirin ku ji destpêka agirbestê vir ve 89 kes şehîd bûn, 317 kes birîndar bûn û 449 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin.
Wezaret îfade kir ku 32 cenazeya Filistînî ji teref rejima îşxalker ve ji wan re hatine teslîmkirin û piştî tespîtkirina nasnameya wan ew jî dexlê hejmarê fermî ya şehîdan hatine kirin.
Tê diyarkirin hêna jî bi hezaran Filistînî di bin kavilan de ne û xebatên lêgerîn û xelaskirinê jî digel astengîyên rejima îşxalker di zor û zehmetîyê de berdewam dike. (ÎLKHA)