Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 71 hezar û 388an

Artêşa îşxalê li Xezzeyê êrîşan pêk anît û bi van êrîşan hejmarê şehîdan derket 71 hezar û 388an.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di nav 24 saetên dawîn de 2 cenazeyê şehîdên Filistînî û 5 birîndarên ku bi êrîşa sîyonîstan birîndar û şehîd bûne gihîştîye nexweşxaneyan.

Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ji agirebstê heta vir ve 422 kes şehîd bûn, 1189 mirov jî birîndar bûne, hat îfadekirin ku 684 kes jî ji bin kavilan hatin derxistin.

Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ji ber êrîşên rejima îşxalker 71 hezar û 388 Filistînî şehîd bûn, 171 hezar û 269 Filistînî jî birîndar bûn.

Artêşa îşxalker digel agirbestê tim û tim agirbestê îxlal dike û êrîşan pêk tîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno