Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 71 hezar û 409 kesan

Hejmara şehîdên ku di êrîşên artêşa îşxalker ên li ser Xezeyê de şehîd bûne gihîştiye 71 hezar û 409 kesan.

Digel agirbesta ku di 10ê Cotmehê de ket meriyetê jî, artêşa îşxalker êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê ragihand ku cenazeyên 14 Filistîniyên ku di êrîşên artêşa îşxalker de şehîd bûne, ji nexweşxaneyan re hatine veguhestin û 17 kes jî di êrîşan de birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji dema destpêkirina agirbestê ve, di êrîşên artêşa îşxalker de 439 kes şehîd bûne, 1223 kes birîndar bûne û 688 cenaze ji bin xirbeyan hatine derxistin.

Li gorî raporê, hejmara şehîdan di êrîşên ku ji aliyê dagirkerên siyonîst ve li ser Xezzeyê di cotmeha 2023an de hatin kirin de gihîştiye 71 hezar û 409 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 171 hezar û 304 kesan.

Tevî agirbesta li Xezzeyê hatîye kirin jî, artêşa sîyonîstan hema hema her roj bi hincetên cûrbecûr êrîşan li dijî Filistîniyan dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno