Digel agirbestê jî, rejîma siyonîst êrîşên xwe yên li ser zîvala Xezzeyê didomîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di 24 saetên dawî de cenazeyên 8 sivîlan û 17 birîndaran anîne nexweşxaneyên li Xezzeyê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 10ê Cotmehê ve ku peymana agirbestê li Xezzeyê dest pê kiriye, hejmara şehîdan gihîştiye 1084an, hejmara cenazeyên ji bin xirbeyan hatine derxistin gihîştiye 799an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 3491an.
Wezaretê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine kirin de hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 73 hezar û 110 kesan û jimara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 599 kesan. (ÎLKHA)