Li gorî rapora herî dawî ya ku ji hêla çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînî ve hatiye weşandin, hejmara giştî ya şehîdan li Xezzeyê di encama êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 74.618 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 175.920 kesan.
Di 48 saetên dawî de, cenazeyên 3 şehîdan û 21 birîndaran ji nexweşxaneyên li Xezzeyê re hatin şandin. Bi vî awayî, ji roja ku agirbest di 11ê Cotmeha 2025an de dest pê kir, hejmara giştî ya Filistîniyên ku hatine kuştin gihîştiye 1602 kesan û jimara birîndaran jî gihîştiye 5794 kesan. Di heman demê de, 847 kes ji bin xirbeyan hatin rizgarkirin. (ÎLKHA)