Li Xezzeyê ji ber birçîbûnê di zarokan de weqayên kêmxwarin û mirinê zêde dibin

Ji ber polîtîkayên birçîhiştinê yê rejîma siyonîst a li Xezzeyê zarok dimirin, li Nexweşxaneya Nasirê di hejmara bebik û zarokan de ya ku ji ber kêmxwarinê tên tedawikirin, zêde bûn pêk hatiye.

Di herêma ku rejîma siyonîst dorpêç kiriye û derbasî bûna alîkarîyên însanî asteng dike de, bîlanço her ku diçe girantir dibe.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Sihhetê yê Filistînê ve hat kirin de hat ragihandin ku, di 24 seetên dawîn de ji ber birçîbûn û kêmxwarinê 3 kesên din jî şehîd bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, “Bi vî şiklî hejmara kesên ku ji ber birçîbûn û kêmxwarinê wefat kirine 145ê wan zarok derketiye 425an.”

Ji ber êrîşên 23 mehî yên îşxalkerên siyonîst a li ser Xezzeyê û polîtîkayên wan a birçîbûnê, her roj zarok ji ber nebûna derman û xwarinê dimirin.

Hejmara bebik û zarokên ku li Nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnisê ji ber kêmbûna xwarinê têne tedawîkirin zêde dibe.

Qedexekirina ketina xwarina zarokan û berhemên xwarinê yên bingehîn tenduristiya zarokan tehdît dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin