Li Xezzeyê krîza birçîbûnîyê kurtir dibe

Hikûmeta Xezzeyê, destnîşan kir bi astengkirina têketina alîkarîyên însanî û sotemenîyê ya ji teref rejima sîyonîst ve li Xezzeyê krîza birçîbûnîyê kurtir bûye.

Ofîsa Medyaya hikûmeta li Xezzeyê, ev daxuyanîyê da, “Hêzên îşxal ên îsraîlê, li dijî 2,4 milyon Filistînîyên li Xezzeyê sûcekî bikaranît. Ev bû mehekîye ji têketina arvan, alîkarîyên însanî û sotemenîyê re astengî hat anîtin, ji ber vê yekê firin bi temamî hatin girtin û ev jî bû sedema kûrbûna krîza însanîyê. Ev rewş, jiyana sîvîlan bi şekleke ciddî tesîrdar dike.”

Di daxuyanîyê de bireveberîya Emrîkayê jî bi temamî hat mesulkirin û bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyê hat kirin ku bila bi acîlî midexeleya vê sûcê bikin û bidin sekinandin.

Hat îfadekirin firinên ku ji teref Bernameya Xwarin a NYyê ve têne piştgirîkirin jî ji ber tinebûna arvan, şekir û amûrên wek wan xebatên dan sekinandin.

Heger ev rewş berdewam bike hat îfadekirin ku ew ê Xezze bi krîzekî mezin a însanî re rûbirû bimîne.

Rejima sîyonîst, di 2yê Adarê de ji têketina alîkarîya însanî, alîkarîya acîlî û amûrên tibbî re astengîyê anîtibû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno