Li Xezzeyê zilma sîyonîstan: Di roja dawî ya cejnê de 61 şehîd

Di êrîşên artêşa îşxalker de ku di roja dawîn a Cejna Qurbanê de li deverên cuda yên Xezzeyê hatin kirin, 61 kes şehîd bûn.

Artêşa îşxalker di roja 4emîn a Cejna Qurbanê de li Xezzeyê komkujiyên xwe yên li dijî sîvîlan berdewam kir.

Kampa Heyatê ya li rojavayê bajarê Xan Yûnisê bû hedefa êrîşa hewayî ya bêmirov (SBP), di encamê de heşt kes çar jê jin in, şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Sê kes di encama bombebarana sîvîlên li bajarên Xezze û Xan Yûnis de şehîd bûn.

Di encama êrîşên hewayî û bomberdmanê yên li ser xalên cûda yên Xezzeyê de, jin, zarok û sivîlên ku li benda alîkariya xwarinê bûn, bi tevahî 61 kes şehîd bûn.

Hikûmeta Filistînê ya li Xezzeyê ragihand ku di navbera 27ê Gulanê û 8ê Hezîranê de, hejmara şehîdan li xalên belavkirina alîkariyê yên bi pêşengiya Emrîkayê ku artêşa îşxalker li dijî Filistîniyên ku bi birçîbûnê re rû bi rû ne û li xwarinê digerin, pêk anîne, gihîştiye 125 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 736 kesan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê, ji 18ê Adarê ve, piştî îxlalkirina agirbesta ku di 19ê Çileyê de li Xezzeyê hatibû îmzekirin, di êrîşên artêşa îşxalker de 4 hezar û 649 kes şehîd bûne û 14 hezar û 574 kes jî birîndar bûne.

Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên li ser Xezzeyê de hejmara şehîdan gihîştiye 54 hezar û 927an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 126 hezar û 615an. (ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar