Li Xutaya Rojhilat tahlîye berdewam dikin

Li Sûrîyê di bergeha peymana ku hat îmzakirin de li Xutaya Rojhilat a ku di bin kontrola muxalifan de ye tahlîye berdewam dikin.

Her ku diçe rejîma zalim a Baasê li Xutaya Rojhilat pêşdetir diçe û hejmara herêmên ku bi dest dixe zêdetir dike. Li Xutaya Rojhilat a ku di bin dorpêça rejîma Baas de tahlîye hêj berdewam dikin.

Herî dawî li bajarokên bi navê Arbîn û Zamalka bi hezaran kes hatin tahlîyekirin û çûn Îdlîb û Halebê. Di dawîya vê heftîyê de zêdetirî 6 hezar kesan ji Xutaya Rojhilat hatin tahlîyekirin. Li gor  çapemenîya fermî ya Sûrîyê heta niha 107 hezar kesên siwîl Xutaya Rojhilat terk kirin.

i bergeha peymana ku Rûsya garantorîya wê dike de kesên siwîl û muxalif ên ku naxwazin di bin hukmê rejîma Sûrîyê de bijîn diçin Îdlîb û Heleba Rojava.

Li Xutaya Rojhilat ji alîyekî ve tahlîye berdewam in û ji alîyê din ve êrîş. Rejîma Baasê bo temamê Xutaya Rojhilat bixe bin hakimîyeta xwe êrîşên xwe bênavber didomîne. Li gor Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrîyê ya ku navenda wê li Londrayê ye, rejîma Baas li Xutaya Rojhilat ji sedî 90 kontrolê xistiye bin destê xwe.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe