Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin

Li zanîngehên Amerîkayê bertekên li hemberî qetlîam û jenosîda ku rejîma îşxalker a siyonîst li Xezzeyê dike dewam dike, hat diyarkirin ku polîsan herî kêm 2 hezar kes binçav kirin.

Ji 18ê Nîsanê vir ve li zanîngehên bi prestîj ên Amerîkayê xwepêşandanên alîgirên Filistînê tên lidarxistin.

Xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistînê tevî her cure zordarî û qedexeyan berdewam dikin, zexta li ser xwendekaran roj bi roj zêde dibe.

Xwendekar ji aliyê siyasetmedarên alîgirên siyonîst û her wiha ji aliyê polîs û xwepêşanderên ku piştgiriya rejîma îşxalker dikin rastî êrîşan tên.

Li hemberî xwendekaran gaz û guleyên lastîk tên bikaranîn û xwepêşander bi kelepçekirinê tên binçavkirin.

Di çalakiyan de herî kêm 2 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin ku di nav wan de gelek mamoste û profesor jî hene.

Xwepêşander daxwaz ji zanîngehan dikin ku piştevaniya agirbestê li Xezeyê bikin û pêwendiyên xwe bi şîrketên bi rêjîma siyonîst qut bikin.

Beşdarên xwepêşandanan bang li zanîngehan dikin ku "dest ji piştgiriya qirkirinê berdin". (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin