Li Yemenê balafireke şer a rejîma Siûd daket

Hat ragihandin li wîlayeta Sadaya Yemenê balafireke şer a rejîma Siûdê ket.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li wîlayeta Sadaya Yemenê balafireke şer a ku aîdî hêzên koalîsyona ku rejîma Siûd jê re pêşîvantîyê dike ket.

Di daxuyanîya ku ji teref hêzên koalîsyonê ve hatiye dayîn de derbarê mijarê de hat ragihandin balafireke şer  a ku li Yemenê beşdarî operasyonan bûbû ji ber arizaya teknîkî ket.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin tiştek bi her 2 pîlotan nehatiye û xelas bûne  û bi operasyona rizgarkirinê ya ku hatiye tertîpkirin her 2 pîlot ji herêmê hatine derxistin.

Di xebera ku berî niha di televîzyona El-Mesîre” ya ku aîdî Husîyan hatibû weşandin de hatibû ragihandin balafireke şer a ku aîdî hêzên koalîsyonê ye li Yemenê li nêzî sînora Siûd hatiye daxistin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin