Li Yemenê di îstasyona sotemenîyê de teqîn: 15 mirî

Li Yemenê di îstasyona sotemenîyê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 67 kes jî birîndar bûn.

Ji teref ajansa SABAya girêdayê Ensarullahê ye ve hat diyarkirin ku li gorî hûrgilîyên Wezareta Tenduristîyê li wîlayeta El Beydayê di îstasyonekî sotemenîyê de teqînek pêk hat û di encama teqînê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 67 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çapemenîya mehellî li herêma El Mecrîşa navçeya El Zaherê di tesîsekî sotemenîyê de teqîn pêk hat. Nexweşxaneya El Sevrayê, ji ber zêdebûna mexdûran bang li gelê herêmê kir ku bila xwîna xwe bidin. Ji zêdebûna hejmarê mirîyan jî endîşe tê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno