Li Yemenê hezaz: 7 mirî

Li bajara El Mahwîta bakurrojavaya Yemenê di encama hezaza ku pêk hatîye de heft kesan canê xwe ji dest dan.

Bûyer, li gundê Beyt El-Barasa ku girêdayê bajara El Mahwîtê ye pêk hatîye.

Wezîfedarên ewlehîyê, diyar kirin ku di hezazê de heft kesan canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku ji ber zinarên ku ketine xwarê hinek kes birîndar bûne û hinek xanî jî zerarê dîtine. Ji bo mirovên ku birîndar bûne jî ekîbên tenduristîyê hatin şandin.

Yemen, di demsala barana vê salê de bi tevî baranên dijwar û lehîyan bi hewayekî xerab re rûbirû ye, ev rewş krîza însanî ya ku li welat heye jî xerabtir dike.

Li gorî daneyên NYyê, ji ber herba navxweyî ya ku 10 sal e didome sîstema tenduristîyê zerarê dîtibû, di vê hengamê de ji ber kêmasîya pijîşkên pispor, amûrên tibbû û binesazîyê alîkarîya tenduristîyê pir nayê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno