Li Yemenê ji ber lehîyan heta niha zêdetirî 150 kesan canê xwe ji dest dan

Ji ber lehîyên ku ji meha tîrmehê vir ve li Yemenê radibin heta niha zêdetirî 150 kesan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî ji cihên xwe bûn.

Li gorî çavkanîyekî Yemenî û li gorî sazîya Neteweyên Yekbûyî ji ber baranên zêde li gelek herêmên Yemenê gelek lehî rabûn ku ji roja yekşemê pêve hejmara kesên ku ji ber lehîyan canê xwe ji dest dane derketiye li ser 150 kesan.

Komîsertîya Bilind ê Pênaberan ê Neteweyên Yekbûyî jî derbarê mijarê de diyar kir ji ber lehîyan binesazîya welêt zirar dîtîye û erdên çandinîyê jî di bin avê de mane.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê