Li Yemenê serê 10 deqîqeyan carekê zarokek dimre

Hat ragihandin li Yemenê li serê her 10 deqîqeyan carekê zarokekekî/ê ji 5 salan biçûktir an ji ber şer an jî ji nêza dimire.

Ji ber şerê navxweyî ya li Yemenê bi milyonan zarok bi mirinê re rûbirû mane. Derbarê rewşa dawî  ya li Yemenê de ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihandin li Yemenê li serê her 10 deqîqeyan carekê zarokekekî/ê ji 5 salan biçûktir an ji ber şer an jî ji nêza dimire. Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de banga “Bi dawî anîna şerê navxweyî” hat kirin.

Antoîne Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê Yemenê de wiha axivî: “Qeyrana herî mezin a li ser cîhanê li Yemenê ye. Ev bû 4 sal ku pevçûn berdewam dikin. Pêdivîya nêzî 22 milyon însanan ji parastin û alîkarîyê heye.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e