Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Xezzeyê kermes hat vekirin

Klûba Ciwanîya Zana û Weqfa Êtîman bi hev re li Zanîngeha Dîcleyê ji bo 2 rojan kermesek vekirin, hat îfadekirin ku ew ê qezenca kermesê ji Xezzeyê re bê şandin.

Qirkirin û qetlîama ku li dijî Xezzeyê tê kirin berdewam dike, ji çar alîyê cîhanê jî ji gelê mezlum yê Filistînê di serî de sazîyên alîkarîyê xebatên xwe yên alîkarîyê bikartînin.

Hat destnîşankirin ku di Zanîngeha Dîcleya Dîyarbekirê de ji teref Klûba Ciwanîya Zana û Weqfa Êtîman ve ji bo Xezzeyê 2 roj kermesek hat vekirin, kermesa ku hat vekirin ew ê sibe jî di Fakûlteya Tip û Fenê de vekirîbe.

Serokê Klûba Ciwanîya Zana Yakup Tunç derheqê xebata kermesê de axivî û diyar kir ku di serî de ji Weqfa Êtîman re û ji hemû xwendekarên ku destekê didin vê xebatê re teşekûr kir.

Tunç, “Xwedê Pêşî ji hemû xûşk û birayên me yên ku di vê kermesê de keda wan heye razî be. Kermesa me roja ewil li ber Fakûlteya Îlahîyatê dest pê kir. Sibe jî ew ê li Fakûlteya Tip û Fenê be. Ji kermesa me re ji teref xûşk û birayên me yên xwendekar, akademîsyen û xoceyên me ve teweccûhekî mezin heye.”

Tunç, diyar kir ku armanca wan a di vê kermesê de hêvîbûna ji bo Misilmanên Xezzeyê re ye, “Armanca me ew e ku em ji li vê derê ji xûşk û birayên xwe yên Xezzeyî re bibin hêvî û lazimatîyên wan pir hindik temîn bikin. Bi teybetî ji Weqfa Êtîman re ji ber xebatên wan û alîkarîya wan teşekkûr dikim. Çîmkî ji ber ku ew ji vê kermesa me re bûne alîkar ew ê kermesa me 2 roj berdewam bike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar