Li zanîngehên Amerîkayê protestoyên ji bo Xezzeyê: Ji 400î bêhtir qefaltin

Li zanîngehên Amerîkayê di protestoyên ji bo Xezzeyê de ku her diçe zêdetir dibin ji 400î bêhtir kes hatin qefaltin.

Gelek zanîngehên li Amerîkayê beşdarî protestoyên ji bo piştgirîya Xezzeyê bûn.

Li Amerîkayê di protestoyên ku ji 18ê Nîsanê vir ve li zanîngehên weke Zanîngeha Calîfornîa Başûr, Zanîngeha New Yorkê, Zanîngeha Yaleyê, Zanîngeha Calîfornîayê, Zanîngeha Mînnesotayê, Zanîngeha Georgetownê, Zanîngeha George Washîngtonê, Zanîngeha Columbîayê de tê kirin ji 400î bêhtir xwendekar hatin qefaltin.

Xwendekarên Zanîngeha Emoryê ku li bajarê Atlantaya wilayeta Georgîayê, ji bo bertek nîşandana êrîşên li dijî Xezzeyê protesto û banga agirbesta mayînde kirin.

Polîs midaxeleyan li xwendekarên ku li bexçeya zanîngehê konan saz kiribûn kir. Polîs, ji bo belavkirina xwendekaran xaza bîber û elektroşok hat bikaranîn, hin xwendekar hatin qefaltin.

Hat ragihandin ku di Zanîngeha Harvardê de nêzî 100 xwendekar konan ava kirina. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Mêrdînê du wesayît li hev ketin: 10 birîndar
Danûstandinên Îran û Emrîkayê li Îslamabadê bê encam bi dawî bûn
Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?